Sola Qetiyayî
Belki Yayınları
Neçe li pêşiya te welatê ji zivistanê sartir heye Bila şil nebe porê te bi barana xerîbiyê Neçe wê hilweşe bîranînên te berî payîzan Li kolanên vî bajarê cemidî Neçe rê dûr e nikarim bimeşim bi te re Veşêre bîranînên me di dilê havînan de Û Xwe bistrîne ji maçên Tebaxê Dibe ku di bihara temen de bêbavek di te derkeve Û dibe ku tu venegerî Ez ê li benda werzan bim Û herdu çavên xwe bikim fîdye Ji bo ramûsaneke berdêla çavên te