Şop
J&J Yayınları
Bihurîne sal û demsal wêran bûye axa welat û ez di nava geremol û tunebûneke bêdawî de li qesasên bav û kalên xwe digerim Gund kavil xanî xirbe mizgeft û meqber bê serban Xitimîne şivarêk windabûne hemû şop û tiştek nemaye wekî berê li şûna xwe Ne civat ne tenûr ne hewş û ne jî stûnên bin ban Ihi Aş çûye û Ez bi dû çeqçeqê ketime sera pîran Û geh ber bi jor û erwaz û geh jî serberjêr û ber bi xwar ve dibezim ez