Spiroj
Payiz Yayınları
li bajarokekî lal di bin ezmanekî ker de kor mabûyî Melkemotê te hêviya xwe ji te birîbû dev ji te berdabû beriya te miribû Bi tenê periyek li hêviya te mabû û ji çûna te re deriyek Weke tirbeke kolayî ya li benda miriyê xwe mayî hinavê te vala bûbû Li ser pira siratê li ser devê kêreke tûj dimeşiyayî Ne li ser erdê û ne jî di binê ezmên de bû canê te