Spîtama
Belki Yayınları
Şervanên agiran Agirên min Ez dibînin artêşa dijmin a li hemberî me dest mişt hesin û dil qewî hesin e lê ji bîr nekin ku ew hesin bin hûn jî agir in û tu hesin li ber tu agirî nikare xwe bigire û bi ser bikeve ji bîr nekin ku agir her hesinî ditewîne agir her hesinî dihelîne Agirên min ev cenga hesin û agiran e Hesin her çi bibirre jî tu carî nikare tu tiştî bi agiran bike hesinek nikare tu carî agirekî jê bike agir jê nabe lê têr têr hesinan têk dibe û ditewîne ji bîr nekin di cenga hesin û agiran de agir her tim serfiraz in