Sterken Azadiye Di Goristana Tari de
JJ Yayınları
Pirsa Çima ya ku feisefeya jiyanê ji me re dike rêber divê ku bikeve rojeva her kesên ku li ser vê axê dijî Eyv jinên ku bi pey şopa heqîqetê û jiyaneke azad ketin û li gund bajar deşt û çiyan geriyan Ew di newal û nependiytn reştarî je li stêrkên herî geş ên biriqî geriyan Li rê û rêçikên jiyana weş û azad geriyan Li nav zozanên ku ji lîlos gul sosin û beybûn û ya ku ji xwezayê hatiye xemiiandin de geriyan Carina liçiyanên yekem car tovê jiyanê hatiye avêtin û mirovahî bi pêş ketiyê û civakbûn hatiye ava kirin de geriyan carina jî li gundên xweşcivat carna jî li bajarên xapînok û sar ku bi agirê bedena jinên serhiidêr germ û geş bûye û carina jî li zindanên ji gormistanê jî wê detir tarî de bi agirê bedena jinên berxwedêr li azadiya xwe geriyan Bi gotina jina berxwedêr lakîne Cansiz Wek nefereke vê doza mafdar li zindana Amedê min şerm kir ku ez bibêjim aax Bi berxwedan û bi têkoşîna yek sorlîlosekê bi hezaran sorlîlos serî rakirin û şaxên xwe vedan û Ii her qadên jiyanê belav bûn û ji bo azadiyê tiiîiî dil deng û awazên mye xistin yekaheng