Stranên Kurda Bı Gotın Û Nota
Payiz Yayınları
Mirov dikare hinek hawe û newayên ku di hunerên gel de hatine jibîrkirin di newayên gel ên Kurdî de bibîne Di wateya giştî de pêkvexebitîna îrtîcalî ya karhêneriya avanî ya zimanekî xwereng û cîhana haweyan bi awayekî zelal di nava newayên gel ên Kurdî de heye Ev newayên gel ên ku nîgarên cuda dihundirînin mînakên baş ên dostaniya haweyên kevnar ên Anatolyayê bi xweşikî pêşkêş dikin Ev pirtûka li ber destên we hewl dide ku der barê newayên gel ên Kurdî de daneyên ji bo qada akademîk biafirîne Bi vê perspektîfê ji bo kesên ku muzîka haweyî dinasin û bala wan li ser perwerdehiya muzîkê ye ev newa ji bo repertûareke berfireh derî li derfetan vedike Di xebatên ku li qadê hatine kirin de çavdêrî hatiye kirin ku ji bo kesên dixwazin stran û klamên bi Kurdî hîn bibin û ji bo vê yekê dest bi xebata li ser muzîkê kirine yan jî ji bo kesên ku dixwazin hînî muzîka Kurdî bibin nivîsînên der barê muzîka Kurdî de gelekî kêm in Ji ber vê yekê ev pirtûk ji ber pirsgirêkên cuda yên xwegihandina stranên bi nota yên Kurdî bi armanca hêsankirina xwegihandina nivîsên muzîka gelê Kurd ê ku li erdnîgariya Mezopotamyayê dijî û ev erdnîgarî jî yek ji çavkaniyên bingehîn ên bîra çandî ya cîhanê ye hatiye amadekirin Di vê çarçoveyê de ji bo malbatên ku li çar aliyên cîhanê zarokên xwe dişînin kûrsên ku bi teknolojiya pêşketî ya serdema em tê de dijîn perwerdehiya muzîka haweyê didin mînakên ji gencîneya çandî ya zindî hatine dayîn Kêmasiya nivîsên muzîkê yên ku hatine çêkirin a ku bû yek ji sedemên bingehîn ên jêneger ên vê xebatê mînakên dahûrînên haweyan ên ku dê di dahatûyê de jî bên çêkirin bi awayekî akademîk dê bên domandin Ji ber vê yekê bi nota û dahûrînên 198 stranên di pirtûkê de hatiye nivîsandin Di naveroka pirtûkê de ligel berhemên hunermendên Kurd ên ku di roja me ya îroyîn de dijîn û muzîka nûjen diafirînin berhemên hunermendên ku di dîrokên cuda de jiyane û her wiha berhemên gelêrî jî bi nivîsa muzîkê hene Stranên gel ên gelêrî yên herêmên wek Botan Xerzan Amed û Serhedê hatine berhevkirin û notayên wan hatine tomarkirin Ji ber ku hinek ji wan cara pêşîn e tên belavkirin ev pirtûk di heman demê de xwediyê taybetiyeke arşîvî ye jî Sedama ku navê wê Stranên Kurdan e jî ev e ku di pirtûkê de stranên gelê Kurd ên ku ji rabirdûyê ta niha xwe parastine ligel nivîsên muzîka wan û kunyeya wan hatine dayîn Armanceke din jî ew e ku bîra muzîkê ya çanda gelê Kurd a hêzdar û bîra çandî zindî bê hiştin Haweyê stranê herêma wê û çavkanî kurt û kurmancî nasnameya stranê an jî kunyeya wê jî hatiye pêşkêşkirin Bi vê yekê qada ku lê afiriye û jiyaye hatiye destnîşankirin û ev jî dê bike ku di xebatên bi vî rengî yên ku dê di qadên cuda de bên kirin de rê li ber berawirdkirina berheman û xebatan vekirî be