Stranên Sor Niviştên Mor
Belki Yayınları
Ez digirîm Ca min destê xwe di serê min dide Gava ca min destê xwe di serê min dide wek bihar hatibe serê min kulîlk dibişkuve Bîna biharê tê ji bîra min Ez digirîm Min daye dû ca xwe û min jî wek wê dawa xwe hilkiriye kêrên me di destê me de em li çolê li tolik û strîzerkê digerin Ez digirîm Ca min qîvarekî diqeşêre û dide min Ez BAZ DIDIM derim ji bin keviran kurmikekîrengîn î biçûçik jê re tînim û bera kefa destê wê didim Ez digirîm Şekirok û xalxalok li dû min dimînin Dawa me mişt giya û pincar em ji çolê vedigerin Ez digirîm Şolikên ku min ji çolê anîne ez baqekî bi bizinan didim xwarin Bizin tiliyên min di devê xwe de şil dikin Ez digirîm Yadê çima bihar nayê