Strî
Belki Yayınları
Zarokan di kolanan de dida pey bêhnê û hewl didan di nav herdu destên xwe de bêhnê zeft bikin Her ku destên xwe dirêjî bêhnê dikirin bêhn ji wan bezatir dibû difiriya Li ber çavan bû bêhn lê ewqasî jî dûr Çawa ku av di cihê xwe de nasekine û her diherike bi heman awayî bêhna şênber jî di cihê xwe de neditebitî Serî li her kesî dida dibû mêvanê hemû mal kolan û taxan lê nedibû ya tu kes û deveran Bêhneke şênber û azad wekî perikekî li ba dibû dil û hinavên mirovan ditiqtidand