Sülava Xewnan
Sitav Yayınevi
Dibejin li vi gundi xorteki bi nave Dara ü keçeke bi nave Dilşa hebün Dilşa ü Dara di dema qiz ü xortaniya xwe de dil ketibün hev ü bübün evindaren hevdu Wan pir zede ji hev hez dikirin Dema ji hev dürbüna mina roj ü hive li benda hev diman Gava ku neziki hev dibün ji bi awiran hev himbez dikirin ü düvdirej li nava çaven hev temaşe dikirin Bi herikina deme re roja we hat Dara ü Dilşa bi kef şahi ü dawet zewicin Ew gihiştin xwezi ü miraden xwe Li kelekeke gund ji xwe re xaniyek ava kirin ü her du te de bi mal ü cih bün Dara ü Dilşaye ew qas ji hevdu hez dikirin qet yek çirke deqe ü seateke ji beyi hev debar nedikirin Hema bibeje bi roj ü şeve bi hev re bün ü qet ji hev venediqetiyan Bi deme re zarokek wan çebü Çi karen wan hebuna dest didan hev ü bi hev re dikirin Eger arvane wan kem dibü barek genim didan gundiyan ü bi wan re dişandin eş Gundiyen dilbirehm ü bi hev re dilsoz alikariya hev dikirin ü bediliya Dara ü Dilşaye ji nedikirin Her care barek genime wan bi xwe re dibirin diheran dikirin ard ü dianin