Sûreta Pıştê
Peywend
Berpirsê hemû teşqeleyên li welêt poz e Ji ber vê yekê jî dadgeha bilind ne ku dil û daxwaz dike biryar dide darvekirina wî pozî Lê pirs ev e Wê çawa poz bidarvekin Di vir de eşkere dibe ku perçebûna poz stratejîyeke veguherînê ye dema ji gewdeyê eslî vediqete dikare bifire dibe ku biweste lê dema dikeve destê dadgehê li hemberî zagonê dibe perçeyekî kêrnehatî lewma jî dema wesfên xwe yê mirovî wenda dike ango bêstû dibe ji ber ku stû netewandiye cihê darvekirinê tê de nîne Encax bi stûtewandinê re mirov kare şûna darvekirinê rê desthilatan bide