Tajdîn
Nando Yayınları - Weşanen Nando
Zilamekî navsere bi hest û şehweta xwe di kolanên Batmanê de li dora zayenda civakî digere Bi serpêhatîyên wî li raberî veguhertina civakê rewşa derûnî ya azadîya zayendî ya nişfên nû û kevin mêr û jinan vedikole Bi bengîtîyê xwe berdide nava raz û arezûyên dijwar ên bi çand û ol û siyaseteke dijwar hatine dorpêçkirin Bengîbûna zayendî ne nexweşîyek an serdestî û serbestîya hestên mêrêtîyê ye reva ji bêçaretî têrnekirin û nakokîyên siyasetê û bawerî ne jî Jin di cihana şehewî ya mêran de tenê heybereke cinsî ye ji xeynî vê nayê dîtin lê di heman demê de her cure karê cinsî yê jinê hatîye le netkirin Jin jî li hember vê cihanê bi têkilîyên zayendî ji xwe re cihaneke ne bêdeng û ne veşartî ava dike mêr di wê cihanê de dibe amûreke bikarbar Tajdîn romaneke xwestin û nexwestinê valakirin û dagirtina nirxan têkçûnên biserketî serketîyên têkçûyî ye Bi vê romanê Çetîn Lodî ne tenê li pey şikestinên hundurîn û jîyanên rûxîyayî ye di heman demê de li pey şikestinên xetên exlaqî yên çand û bawerî ye jî Ev pirtûk jiyanên di cihê xwe de windabûyî laş û hestên bêdengkirî û pirsên xetimî ji nû ve radixe ber çavan