Tarîx ur Rusul we l Milûk — Ebû Cafer Mihemed Ibn Cerîrê Teberî

Tarîx ur Rusul we l Milûk
Ebû Cafer Mihemed Ibn Cerîrê TeberîAvesta Yayınları
Tarîx ur Rusul we l Milûk
Ebû Cafer Mihemed Ibn Cerîrê TeberîYek ji kevintirîn kitebên dîrokê Tarîx ur Rusul we l Milûk a Ebû Cafer Mihemed ibn Cerîrê Teberî bi kurdî çap bû Kurd di tarîxa Teberî de ji beşen dîroka Teberî ya li ser kurdan pêk tê û ji aliye Emîn Narozî ve ji erebî bo kurdî hatiye wergerandin û amadekirin Yek ji dîroknasên rûmetbilind î berhemdar yê serdema Îslamê xwediyê berhema Tarîx ur Rusul yan jî el Umem we el Mulûk Dîroka Pêxember yan jî Milet û Padîşahan Ebû Ca fer Mihemed ibn Cerîrê ibn Yezîd ibn Xalidê Teberî 224 310 839 923 ye Berhema Teberî di forma kitêbên salewextî de ku sal bi sal bûyerên salane didin hatiye nivîsîn û bûye wek bingeh û çavkanî ji bo dîroknasiya Erebî ya Îslamê Ew hê ji çaxên berî dîrokê dest pê dike û pêl bi pêl pê ve tê heya digihê serdema Îslamê Ji serdema Îslamê û pê ve jî ew sal bi sal li pey hev didomîne ta ku digihîje sala 915an Kitêba dîrokê ya Teberî di nav dîroka Îslamê de yek ji wan kitêbên dîrokê yên rasttirîn û pêbawertirîn hatiye dîtin Ew bi awayekî berfireh û bi rêk û pêk hatiye nivîsîn û gelek agahdariyên girîng î hêja ji devên saloxdarên rawiyên serwext dide xwendevanan ku xwendina wê jî xweş û hêsa ye Dîroknivîserê me bi vê berhema xwe xebata tarîxzanên berî xwe yên mîna Yaqûbî Belazûrî Waqidî û Ibn Sa d temam kiriye û ji dîroknasên pey xwe yên mîna Mes ûdî Mîskeweyh Ibn Esîr Ibn Xeldûn û yên din re jî rê vekiriye û çavkaniyeke hêja û tekûz ji wan re hiştiye Tarîxa Teberî deh cild in cildê pêşî li ser afirandina cîhanê û ya mirovan e ew hin bi hin pê ve diçe û cild bi cild lê didomîne heya ku digihîje serdema pêxemberan û şah û qralên hevçaxên wan Ew wan li gor rêza hatina wan di Tewrat û Incîl û Sihûfan de digel delîl û şiroveyên ji Quranê li pey hev rêz dike ta ku digihîje heyamê Îslamê

Avesta Yayınları
çev. Emin Narozî
Yek ji dîroknasên rûmetbilind î berhemdar yê serdema Îslamê xwediyê berhema Tarîx ur Rusul yan jî el Umem we el Mulûk Dîroka Pêxember yan jî Milet û Padîşahan Ebû Ca fer Mihemed ibn Cerîrê ibn Yezîd ibn Xalidê Teberî 224 310 839 923 ye Berhema Teberî di forma kitêbên salewextî de ku sal bi sal bûyerên salane didin hatiye nivîsîn û bûye wek bingeh û çavkanî ji bo dîroknasiya Erebî ya Îslamê Ew hê ji çaxên berî dîrokê dest pê dike û pêl bi pêl pê ve tê heya digihê serdema Îslamê Ji serdema Îslamê û pê ve jî ew sal bi sal li pey hev didomîne ta ku digihîje sala 915an Kitêba dîrokê ya Teberî di nav dîroka Îslamê de yek ji wan kitêbên dîrokê yên rasttirîn û pêbawertirîn hatiye dîtin Ew bi awayekî berfireh û bi rêk û pêk hatiye nivîsîn û gelek agahdariyên girîng î hêja ji devên saloxdarên rawiyên serwext dide xwendevanan ku xwendina wê jî xweş û hêsa ye Dîroknivîserê me bi vê berhema xwe xebata tarîxzanên berî xwe yên mîna Yaqûbî Belazûrî Waqidî û Ibn Sa d temam kiriye û ji dîroknasên pey xwe yên mîna Mes ûdî Mîskeweyh Ibn Esîr Ibn Xeldûn û yên din re jî rê vekiriye û çavkaniyeke hêja û tekûz ji wan re hiştiye Tarîxa Teberî deh cild in cildê pêşî li ser afirandina cîhanê û ya mirovan e ew hin bi hin pê ve diçe û cild bi cild lê didomîne heya ku digihîje serdema pêxemberan û şah û qralên hevçaxên wan Ew wan li gor rêza hatina wan di Tewrat û Incîl û Sihûfan de digel delîl û şiroveyên ji Quranê li pey hev rêz dike ta ku digihîje heyamê Îslamê