Tê Bîra Te
Avesta Yayınları
Ahmedê Xanî û Feqiyê dilxûn Qurnê tarî da pencê rоyê bûn hûn Ber çevê xwe we didît zelûlî û xûn Hûn bûn dengbêjê wê dinya tarî Hûn bûn stêrka geş li nav hezarî We qazanc kiriye navêd nemirî Tunebû xwandin zimanê kurmancî Gul dirêtin bi farizî erebî Bi cefa bi dilê kul û merezî Dinya kevn tîra xwe dilê we da cî kir Navê kurmanciyê we unda nekir Bi wî navî mane hûn nemir Miletê kurmanc we bîr tîne Zivistanêd emirê çetin bihurîne Rоja îrоyîn bihar e bihara hêşîn e Kurmancê zêryayî niha xulam nîne Dergê xwandinxana ber vekirîne Çêkirdarê emirê xweşbextiyê ne