MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Tebatî — M Çiya Mazî

Tebatî
150,00
Yabancı Dilde Edebiyat Kitapları

Tebatî

M Çiya Mazî

Berbang Yayınevi

20231 sf.
Şehadet Kitap

Tebatî

M Çiya Mazî

TEBATÎ Pirtûka M Çiya Mazî a çîrokan a 5emîn e Çîrokên vê pirtûkê ji bûyerên rastiya jiyanê sûdeyê werdigrin û wek rêzeçîrokan di pirtûkê de hatine bicîhkirin Ji zaroktiya mirovekî heta mezinbûna wî ji salên 70yî heta salên piştî 2000î ji gund heta bi bajarê navîn û metrepolên mezin bûyerên bi tabat û peroşiya jiyanî û bandora wan a li ser mirovan çêdikin bi awayê rêz bûne çîrok û derdikevin pêşberî mirov BERBANG Nîzanim ez çawa razabûm wê şevê Di xew de min dît ku ez di nava Gola Cimha de dikim bifetisim Goleke ji gewma ava çem bû ku di navbera gundê şerqiyan Xirbê Mîrsimo û gundê me Qerpalhênikê de bû Ava biharî tê de digewimî û dema ku çem nediherikî jî ew dima heta havînî jî Ew çemê ku kendalên qiraxên wî bi qasî sîh gavî kûr û belkî ji hezar salan vir ve wisa bûye Di xewna xwe de min didît ku ser gola wî çemî ser gola Cimha cemed girtibû û ez jî ji bo avjeniyê ketibûmê û di bin tebeqeya cemedê de mabûm û dikirama bifetisiyama Vir de wê de diperpitîm Serê min li cemedê diket û av diçû qirika min Di bin cemedê re xuya bû ku çend heb mirov ji alî gundê şerqiyan ber bi min ve dihatin û dema ku nêzîkî min dibûn min lê dinêrî birakê min ê şerqî Eyup di nava wan de bû Ji xwe me her yekê ji xwe re birakek ango hevalek hilbijartibû ji gundê wan ji dibistanê Bi henekan me ji Eyub re digot Eyubê Kurmaxwarî Îjar wî hat cemed bi kulmikan şikand û bi destê min girt û ez ji nava avê derxistim Ez diricifîm û wî jî paltoyê xwe ji xwe kir û avêt ser milên min Ji alîkî jî bangî bavê xwe Seydo dikir Yabo Seydooo Aha bi wî dengî ez çeng bûm û li ser nivînê xwe rûniştim