Tehma Xwelîyê
Lis Basın Yayın
Îlhamî Sîdar di romana xwe ya yekem a Kurdî Tehma Xwelîyê de bi şêwaza xwe ya helbestî xwendevên bi rêwîtîyeke ruhanî li dîyarên egzotîk digerîne û serpêhatîya ruhî vedibêje Lehengê romanê di 18 salîya xwe de dertê pêşberî me û wekî arîstokratekî di salên 1516 an de li Stenbolê dest bi serpêhatîya xwe ango dest bi rêwîtîya xwe dike Nivîskar di vê rêwîtîyê de nakokîyên dertên pêşîya leheng yeko yeko ji hev vediçirîne û şikestinên leheng bi awayekî lixwegerîna ruhî ya hûr û kûr di rêwîtiya ronahîyê de ber bi tarîtîyê ve çerxbûn têkilîya Kurd û Tirkan û birek rewşên derûnî û civakî bi nêrîna lehengvebêj vedibêje Nivîskar li derdora vê rêwîtîya lehengê romanê ku di esasê xwe de rêwîtîyeke zîhnî û ruhî ye behsa heyama piştî şerê Çaldiranê dike û bi vê re awayê rewşa civakî siyasî û çandî ya Kurdistanê wekî panoramayekê datîne holê û berê projeksîyona xwe dide ser wan dem û dewranan û lehengê xwe bi referansên çîrokên cemawerî yên Mewlana û Attar ber bi rewîtîyekê ve dahf dide ev rêwîtî di