Teza Dîroka Tirkan Teorîya Roj Ziman û Kêşeya Kurd
İBV İsmail Beşikci Vakfı Yayınları
Li Tirkîyeyê îdeolojîya fermî dibêje li dinyayê li Rojhilata Navîn û ji ber vê li Anadolê neteweyek bi navê kurd najî ew kes û komên wekî kurd tên zanîn bi eslê xwe tirk in Ev nêrîn jixweber peyda nebûye Rehên wê yên girîng yên dîrokî hene Mirov dikare rehên vê nêrînê di salên 1919 1922yan de heta berîya wê jî bibîne Lê em ê ji salên piştî Komarê ji salên 1930yî dest pê bikin Ne ku ev îdeolojî ji bo çi hatîye afirandin an erkên wê çi ne lê em ê li ser fikir civîn konferans nivîsên û hwd ku bûne bingeha vê îdeolojîyê bisekinin û hewl bidin raber bikin ka bi rêbaza zanistî re çiqas têkilîya wan heye