Tırsa Bêdıran
PEYWEND
Eger rojekê kesek ji we li tirsê rast hat jê bipirsin bê li ku ji dayik bûye Wê ji we re bibêje li wê çargoşeya di navbera Sûrî Tirkî Îran û Iraqê de Lêkolînerê ku bixwaze tirsê ji nêzikayî nas bike û bizanibe tirs çi ye bila berê xwe bide wan sînoran cihê ku tirs lê çêbûye û lê pîr bûye Helîm Yûsiv ev berhem bi rengên cuda yên tirsê hûnandiye Tirsa ku ji berî zaroktiyê dest pê dike di zaroktiyê de bi rêya xurafeyan dibe tirseke şîn û xwe berdide hinavên mirovan Bi mezinbûnê re tirs rengekî siyasî digire muxaberat zilm û îşkenceya dewletên dagirker dikin ku tirs li her cihî û ji her tiştî be û li diyasporayê jî pêsîra mirovan bernede Tirsa Bêdiran romana çîroka zarokên tirsê ye zarokên ku di nav toz û dûmana tirsê de digevizin û li quncikê din ê dinyayê jî jê xilas nabin
Peywend