Tofana Baye Reş
J&J Yayınları
Bajarekî weka Mûsilê di di hindirê bîst û çar seat ande dagir kirin Teve esker û pûlisê wê hemî dîl girtin Di pê re derbasî hinek bajarên din bûn tirs û xofeka mezin belakiri bûn vê carê dor hatîbû gelê kurd ew tofana bayê reş vê carê di gelê kurd wer dabû Ew ên cil reş al reş û hindir reş vê carê bûbûn kevir û kuçên çolê û vê carê di ser Kobana reben de barîyabûn Kobanê ji bo wan gelekî girîng bû Ew bajarê ku dagir kiribûn gelekê wan qet tê da şer jî nebûbû Tirs û xofeka wisa çêbûbû ku hemî hima teslîm dibûn Tapîya wan jî Allah û Ekber bû ku destê xwe bidana ser çi û bigotana Allah û Ekber ew niva dibû yê wan