MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Tosıne Uşan — Wezire Eşo

Tosıne Uşan
156,40
Yabancı Dilde Edebiyat KitaplarıRoman

Tosıne Uşan

Wezire Eşo

Lis Basın Yayın

2019115 sf.
Şehadet KitapEn ucuz
Yaykoop
172,50

Lis Yayınevi

20161. baskı116 sf.
Kitap KağıdıKurdî / Kürtçe
Yaykoop

Li wî gundê Kurdan ê li Ermenistanê li berpala çiyayan berdewama Odên Kurdî yên payîza derengî û zivistanê piştî temambûna cot û cobaran reşandina tovê cê û gênim di dawîya baharê û destpêka havînê de çêdibû ji ber ku di vî zemanî de gundîyan weke dibêjin xemên xwe didan ber serê xwe û di navbirîya kar û barên giran de beriya gihadirûnê bi dilekî rehet û baristan di nava gund de li cîyekî kifş ewana rûdiniştin û sohbet dikirin mêrên bi temenê mezin û kalemêr lê zilaman xortan an xwe didan ser wan ser civata wan yanê jî cuda dicivîyan û bi giranî henek û laqirdî dikirin Di vî heyamê salê de di van civat û civînên der ve de gotina berhemên zargotinê folkilorîk ku di odeyan de yên payîzan û zivistanan dihat bicîanînê wek tiştekî ne bi cî bêheyam dihat dîtinê Mêrên mezin navsere û kalemêr di vî heyamî de bi giranî li ser rewşa xwe ya hemdem li ser hal û wextê cîhanê û qedera millet li ser wê yekê dipeyivîn kanê sala ku ew ketine navê wê ya bi xêr û bereket be yanê na û bi rastî jî nîşan eşaretê vê yekê di vî heyamî de kifş û peyda dibûn Bi taybetî ger mehên Gulanê û Hezîranê yên bi şilî bûn baran weke pêwîst bû dibarî wisa ne gîhayê debara heywanan jî û nanê ji bona merivan jî wê baş bigîhîştana erd ê bêtir ekindar bûya lê ger qurlixî çêbibûya baran kêm bibarîyana rewş ê di vî warî de xirab bûya Ji ber vê yaxê jî gundîyan banga xwe dikirin Xwedayê ewran birq û birûskê baranê Mame reşan ku ew gunê xwe bi wana bîne û baranên xweş bi ser wan de bibarîne