Tûtî Seta Bîrkarîyê
Kolektif
Mori Yayınları - Kürtçe
Set ji 3 fasîkulan pêk tê Di fasîkula yekem de hejmar heta 5an bi saya çalakîyan danasîna wan hatîye kirin Her wekî din bi reng û teşeyan jî zarok dikarin bi hêsanî hejmaran hîn bibin Fasîkula yekem 32 rûpel e Di fasîkula duyem de ji 6an heta 9an hejmar hatine nîşandan paşê hejmara 0 Sifir hatîye dayîn di pey re jî hejmara 10ê zarok pê hîn dibin Di fasîkula duyem de tablo jî hene Fasîkula duyem jî 32 rûpel e Di fasîkula 3yem de pîvan lître û kîlogram hatîye nîşandan Fasîkula sêyem 12 rûpel e Dîzayn grafîk û wêneyên pirtûkê di şeş mehan de hat amadekirin Her wekî din zarok bi saya seta TÛTÎ yê fêrî reng û têgihan jî dibin Pirtûk di ebata A4 ê de hatîye çapkirin