Vê Lehzê Vê Payîzê
Sor
Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî hewl dide ku rê li ber ciwanan veke da ku bêhtir bi kurdî binivîsin Dosyeyên ku beşdarî pêşbirkê dibin têne nirxandin û yên ku di pênc salên dawîn de xelata yekemîniyê wergirtine weke xelat hatine çapkirin Di sala 5 a pêşbirkê de Emerîkê Sidîqayê bi vê berhema xwe xelata yekeminiyê wergirt Ulku Bîngol ê şair pesnê vê berhemê dide û dibêje Ji bîra dengbêjiyê avê vexwariye Ev berhem wekî xelat ji aliyê Weşanên Sor ve hate çapkirin û Weşanên Sor ku dê ji vir û pê ve jî piştevaniya pêşbirkê bike serbilind e ku bi berhemeke wiha dest bi weşana xwe kiriye