We de Pencere Mitale
Belki Yayınları
Gund seqirîye Gund seqirîye tu cabê nade Ji tu malekê dû nakişe vira Naê ewtîna segaye sade Şev vir digerin peranîê gura Vira wextekê bîna nên dihat Cotkara distira nav zevîê xweda Lê niha tu kes vir tune diha Dar jî dimirin nava baxada Gund mîna meytê nedefinkirî Ç ya newalada maye tek tenê Kes tune wekî serda bigirî Û kes nabêje xweyê wî kanê Çendik çend gundê edil seqirîn Ji destê neyar li ç ya û aranê Mêrê jina nexweşketî Xorto kinca bişo şerm neke û raxe Bila jinê cînar te bikenin Jinê aqil dûrva wê dîna xwe bidin Wê xwezila xwe bînin jina te bextewar Wekî tu bona wê ne ku tenê yarî Lê usa jî bira û hevalî Daê Daê niha kê wê minra bêje Lao Û pey mirina tera zarotya min jî mir Merîê başqe başqe wê navê min hildin Zarê mine bêxem minra bêjin Bavo Û gotinê wanda dibe ku ez bibhêm Huba temiz mezin hisreta dilê wan Her kesîra nîne ku navê wan dibên Usa bi dil û can Lê tu kes mîna te îdî nabê Lao Çimkî wexta xatirê xwe te ji emir xwest Te bê vegerandin zarotya min jî bir