MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Welatê Me Kurdıstan E — Aslika Qadir

Welatê Me Kurdıstan E
369,20
Anı Anlatı

Welatê Me Kurdıstan E

Aslika Qadir

Avesta Yayınları

2023416 sf.
Şehadet Kitap

Welatê Me Kurdıstan E

Aslika Qadir

Dibêjin yekem derman û mecalê jiyanê ew e wekî nehêlî bîranîn ruhê te bikojin Dibêjin dem her tiştî tedawî dike rast e ez bawar dikim lê ne axir bîranîn wek barekî giran ser pişta te ne ji kîjanî tu nikarî rizgar bibî Tu wî barî nabînî lê bêy xastek û razîbûna te kû da herî ew bi te ra ne bi te va dizeliqe te bernade heta ku te ji hal bêxîne Ka bêjin kerema xwe çi bikim gelo gunehkar im wekî zekîra min heye Aslîka Qadir Aslîka Qadir di vê berhemê de boxçika jiyana xwe vedike bîranînên xwe radixe ber çavan Hunermenda kurd ku bêhtir bi strana Welatê me Kurdistan e tê naskirin ji Elegezê rojên zarokatiyê yên li gund dest pê dike piştre jiyana bajêr a xwendinê Radyoya Yêrêvanê cemaeta entelektuel a kurd pêwendiya kurd û ermenan jin û mêr gund û bajar dema Sovyet û piştî Sovyetê wergêriya xwe ya li Afganistanê dubendiyên xistine nav civaka kurd û di gelek mijarên din de ta bi derziyê ve dike bêsansûr wan bilêv dike Ev kitêb wek romanekê ye ku lehengên wê gelek sîmayên me yên tarîxî ne û bi wechekî pir taybet xwe didine der Aslîka Qadir bi vê berhemê xwe zêdetir nas kir Heta niha xwendevanan Aslîka Qadir wek dengbêja Radyoya Rewanê nas dikirin Kerem bikin vê care Aslîka Qadir a nivîskar nas bikin Ji berhemê wisa xuya dibe ku haya Aslîk xanimê niha jî jê tune ku ew nivîskar e û hela nivîskareke serketî ye jî Têmûrê Xelîl