Were Dotmam
Avesta Yayınları
Dotmam welê ye heta mirov xwe nas dikit mirov emrê xwe xelas dikit Ez pîr bûme Di derxika canê min de çil Buhar bişkivîne Qurma bedena min çil Zivistan ditîne Bi sedan ba û bahosan ew hejandine bê hejmar berf û baran tê re çûne Herê dotmam keçmama çeleng tu çûyî hon çûn Em di destê jinên biyanî de hon di bin rikanê mêrên nenas de Himbêza xwe veke ez ji te re têm Min himbêz bike Min wek mêr pismam û her tiştê xwe maço bike Herê dotmam were xwe berde himbêza pismamê xwe Ezê ji te re ji Zivistana xwe a sar buhareke germ çêkim Were dotmam heyraniya pismam were xwe di germiya dilê min ê ciwan ciwaniya min a kevn de bigermîne Were dotmam were ez stûna heyîna te a stiwar im tu jî bibe rewşa jiyîna min a Rewşen Celadet Alî Bedirxan