Were Qulıng
Peywend
Her du xwişkan Tamara Refo û Kubara xwişka wê bîranên xwe yên zarokatî û gundewariyê ciwanî û dayiktiyê lêkolinerî û pisporiyê vegotine Herwiha du heb kurteçîrokên afirandî jî pêşkêşî wêjeya kurdî kirine ku her yek şahideke dewrana wan e Wekî ku tê zanîn wesfên jinan dayikan hertim ji yên mêran bavan xurtir in ji ber ku xeyala zarokan a zimanî bi destên wan tê avakirin hûrgiliyên mijaran di heyama sexbêriya wan de tên çikandin Paşê zarok digihêje tevî jiyanê dibe û di nava herka jiyanê de beşeke vê bingeha xwe ya zimanî bi kar tîne Ha wisan Tamara û Kubar bi zimanê xwe yê herikbar pêşiyê çend dîmenên jiyana xwe raberî me dikin Di nava van bîranînan de hêza vegotinê hûrgiliyên wesfandinê numûneyên gencîne ya gelêrî û şîrovekirineke analîtik diyar e Duwanzde bîranînên her du xwişkan bi rastí belgene dîrokî ne ku beşek ji heyama tarî ya kurdên Sovyêtê radixe ber çavan herwiha her du kurteçîrokên afirandî jî dîsa ji çarçoveya vê heyamê dernakevin lê vê heyamê bi dema niha ya kurdan ve girêdidin