Wesyeten Wenda
J&J Yayınları
Hêrs bû ku pehîna xwe li beroşê bide lê wekî ku destekî xeybanî bi lingê wî bigire hema di ciyê xwe de sekinî Rûyê Çawîş mîna delavê goleke genî bi carekê kevz girt Hemî rik û nifrîn ji ser rûyê wî dawerivî nava dilê wî Meşka zikê wî zêdetir werimî Li benda kilîta cennetê bû Çawîş Bişirî bi bişirîna wî re şev tarîtir bû Paşê xwe da Besna û zarokan û meşiya odê Bi gava ewil re destê xwe avet qiloçê simbêlên xwe û bada Bi zîqîna dengê derî re zarok li dora sifrê civiyan Besna beroş dernexûn kir û şorba mayî bera leganê da Ji ber tirs û xofa Çawîş çi xwarin û vexwarin di nava zarokan de hebû hemî mehiyabû û êdî deng bi rêviyên wan ketibû Mîna ku ketibin pêşbaziyê kevçiyên wan dilopê şorbê li dû xwe rêz dikirin û di navbera devê wan û legana şorbê de diçûn û dihatin