Xeleka Xeyalên Bê Ezman
Na Yayınları / Weşanen Na
Dengê pê re diaxivî bi qijeqij bû wek kemaneke bêakord bi rexneyan ser û guh lê dirûçikand Dixeniqî Gavbigav di hinavê xwe de dikizkizî Paşê ew kizîn li gewrîyê asê dibû du qirçîna ewr û ezmanê hestiyar wê ba rana di kortikan de digewimî bi xwişînî pêşî lê berdida Hêsirên wê ew dilopên kirîstal biriqandin li xwe wenda kiribûn Di şibîyan çilkên ji cihokan bipekin Ne ji kurdeke jin ji jineke kurd Romaneke bêefsûn bi relalîzma realîst bi kurdîyeke bi kurdî Sereleheng Tu kî bixwazî bila ew be Cih Tu kîjan derê bixwazî ew der e Dem Li benda te namîne tu jî li bendê nemîne Mijar Bajarekî bi mij e ger bixwazî bimije ger bixwazî bikuje Tevneke kevn e roman her dem li rêyekê û li rûyekî digere