Xelîlê Çaçan Xizmeta Malbatekê A 100 Salan
Lis Yayınevi
Her Kurdek zane ku rola radyoya Kurdî a Rewanê di hişîyarkirina gelê Kurd de pir e Lê kêm kes zane ku ew kar piranî bi saya serê serokê wê Xelîlê Çaçan bûye ku bîst û çar salan serokatî li wê radyoyê kiriye û hemû stran û pîyesên radyoyê di dema wî de hatine qeydkirin Em navê camêrekî welatparêz rojnamevan û nivîskarê mezin Xelîlê Çaçan Mûradovê rehmetî 1924 1981 bi dilekî baristan bi bîr tînin Wî di nava bîst û çar salên ji sala 1957 an hetanî sala 1981 ê serokatîya radyoya Kurdî li Yêrêvanê karê ji bo çend deh mîlyon Kurdan û çendik û çend sedsalan kiriye