Xewn Ji Qedexe Ne Kurteçirok
Lis Basın Yayın
Sidqî Hirorî bi çîrokênXewn Jî Qedexe nederbên tenik lê bi bandor li çîroknûsîya Kurdî dixe Hin caran serê pênûsa wî ber bi zimanê qerfokîyeke tenik û reş ve û hin caran jî serê pênûsa wî xwendevan ber bi melodiramayeke tenik ve dibe Lê di her gerîyana serê pênûsa wî ya di nava çîrokan de xwendevan tûşî êş û azarên Kurdan kiriye tûşî serpêhatîyeke sosret ya penaberên Kurd li Ewropayê pê re rûbirûyî bûne tûşî cîhaneke dîtir ên ku di jîyana rojane de di encama derblêdanan de vebûne kiriye û tavilê xwendevanan vedikişîne nava xwe Sidqî Hirorî bi Xewn Jî Qedexe ne yê re xwendevanan derdixe rêwîtîyeke hem nasyar hem jî xerîb