Xewna Dawî — Berken Bereh

Xewna Dawî
Berken BerehAvesta Yayınları
Xewna Dawî
Berken BerehÇapa nû ya Xewna Dawî derket ez kurê te me yê cirnexweş û rûqemer yê serî netewand l ber ti kesî min şîr vexwar ji guhanên te xewnên xwe li ba kir li baniyan xwe gihand rehên xwe li geliyan û mezin bûm bi guveguva ba bi xuşexuşa çem bi qebeqeba kewan ey Kurdistan

Lis Basın Yayın
Helbesta Berken Berehı hawar u qerına takekes civak u xaka çand hawirdor xweza Kurda ye ku digel stemkariya bindestiye ketiye bin nire bajarnaviyeke sext u virni U ew ve rastiye bi hemayine henun u bi vegotineke jidil radigihine helbesthezen Kurdi Ew ji xwe dide re bi ferhenga xwe ya kubar u ji hamasete dur wek pela behre xeleka xwe berfireh dike ta dinyaye radipeçe Em di helbesta wi de li rastiya jiyane temaşe dikin dijin Berken Berehe bi her diwana xwe li derı u deliveyine nu digere bi ve diwana xwe ji ve rewıtı u keftlulefta xwe berdewam dike Ew ji heleke ve kemberek din li pira ku de klasik u helbesta azad bigihıne hev zede dike hem ji bo peydakirina form u şewazen nu ji bo helbesta azad u hem ji ji nu ve penasekirina tegeha işqe dikeve nava hewldaneke Ji qewla Kawa Namiri Berken Berehe bi gelek helbesten xwe timi silave dide nifşe pişti xwe ye ti tirs u şayişa wi tuneye di mijara xweguherandin u tuneye di mijara xweguherandin u veguherandine de di ve diwane de ji bi henunıya peyva KUrdi jıyane li ber dile me xweş u geş dike

Lis Yayınevi
Berken Berehê bi helbesta xwe ya bi navê mîna guleke êvelî ger bubuhire jîna me bi kovara Tîrêj ê gav avêt milkê helbesta Kurdî di helbestên xwe de da dû êş û kulên vê xakê û wan di tûrikê hiş û dilê xwe de berhev kir ew bi hestyarî pehtin û daxilî helbesta xwe kir Ew dildar û dilsozê dinyayeke gerden azad mişt evîn biratî û bextewarîyê bû Wî her da dû wê xewna xwe ya dinyaya ku insan û hemû giyanewer li ser wê bi biratî bijîn Ji bo sazkirin û damezrandina vê dinyayê hem di qada sîyaset û hem jî di qada nivîskarîyê de wek têkoşerekî cihê xwe girt Lew helbestên Berehî digel hestyarîya dilî dîroka vê erdnîgarîyê ye jî Wî êş jan û kula zaroka hê navlênebûyî ya ketî ber pêla jehrê li Helebçeyê gundîyên gundên wan hatî şewitandin û valakirin karkerên li Şirnexê mayî di bin heza bîra komirê de jar û hejarên li binê guhê dinê jî bi heman rengî jîya Berken Berehî di jîyan û helbestvanîya xwe de her bû derwêşê êş û işqê û li dor vê têgehê çû û hat û her tişt li gorî wê şîrove kir Di helbestên xwe de digel êşê bajarvanîya virnî û bandora wê ya sext û dijwar û pêla wê ya bişaftinê ya li ser kes û civaka Kurdî bi zimanekî herikbar û resen anî zimên Helbesta Berken Berehî hawar û qêrîna takekes civak û xaka çand hawirdor xweza Kurda ye ku digel stemkarîya bindestîyê ketiye bin nîrê bajarvanîyeke sext û virnî Û ew vê rastîyê bi hêmayine henûn û bi vegotineke jidil radigihîne helbesthezên Kurdî Ew ji xwe dide rê bi ferhenga xwe ya kubar û ji hamasetê dûr wek pêla behrê xeleka xwe berfireh dike ta dinyayê radipêçe Em di helbesta wî de li rastîya jîyanê temaşe dikin dijîn Berken Berehê bi her dîwana xwe li derî û delîveyine nû digere bi vê dîwana xwe jî vê rêwîtî û keftlûlefta xwe berdewam dike Ew ji hêlekê ve kemberek din li pira ku dê klasîk û helbesta azad bigihîne hev zede dike hem ji bo peydakirina form û şêwazên nû ji bo helbesta azad û hem jî ji nû ve pênasekirina têgeha işq ê dikeve nava hewldanekê Ji qewla Kawa Nemirî Berken Berehê bi gelek helbestên xwe timî silavê dide nifşê piştî xwe yê ti tirs û şayîşa wî tuneye di mijara xweguherandin û veguherandinê de di vê dîwanê de jî bi henûnîya peyva Kurdî jîyanê li ber dilê me xweş û geş dike