Xewna Mêrıkên Îranî — Mardin İbrahim

Xewna Mêrıkên Îranî
Mardin İbrahimPEYWEND
Xewna Mêrıkên Îranî
Mardin İbrahimEv kitêba ku niha li ber destê we ye ew kitêb e ku Ofîlya di wê maweyê de xerîkî nivîsîna wê bû Piştî şeş mehan Ofîlya hate ba min û ez agahdar kirim ku nivîsîna kitêbê temam kiriye Lê ji berê lawaztir û bêtaqettir dixuya Berî ku ez daxwazê lê bikim ji bo ku kitêbê bide min da ku bixwînim wê ji çenteyê di destê xwe de kitêb derxist û da destê min Belê ev kitêba ku hûn ê niha bixwînin keçikeke bîst û şeş salî ku nedikarî xeber bide û navê wê Ofîlya bû nivîsiye Divê wê yekê jî bibêjim ku ji wê rojê û pê ve rewşa derûnî ya Ofîlyayê xerabtir dibû û wisa lê hat ku em neçar bûn wê neqlî nexweşxaneyeke taybet bi nexweşiyên aqlî bikin Ji bo cara dawîn ku min Ofîlya dît li nexweşxaneyekê bû û di menzeleke ne xweş de di nav du çavdêrên xwîntehl de hatibû danîn Çavên wê bi şêweyeke tirsnak zivirîbûn û porê wê tevlihev bû û ji her demeke din lawaztir xuya dikir

Peywend
Ev kitêba ku niha li ber destê we ye ew kitêb e ku Ofîlya di wê maweyê de xerîkî nivîsîna wê bû Piştî şeş mehan Ofîlya hate ba min û ez agahdar kirim ku nivîsîna kitêbê temam kiriye Lê ji berê lawaztir û bêtaqettir dixuya Berî ku ez daxwazê lê bikim ji bo ku kitêbê bide min da ku bixwînim wê ji çenteyê di destê xwe de kitêb derxist û da destê min Belê ev kitêba ku hûn ê niha bixwînin keçikeke bîst û şeş salî ku nedikarî xeber bide û navê wê Ofîlya bû nivîsiye Divê wê yekê jî bibêjim ku ji wê rojê û pê ve rewşa derûnî ya Ofîlyayê xerabtir dibû û wisa lê hat ku em neçar bûn wê neqlî nexweşxaneyeke taybet bi nexweşiyên aqlî bikin Ji bo cara dawîn ku min Ofîlya dît li nexweşxaneyekê bû û di menzeleke ne xweş de di nav du çavdêrên xwîntehl de hatibû danîn Çavên wê bi şêweyeke tirsnak zivirîbûn û porê wê tevlihev bû û ji her demeke din lawaztir xuya dikir ji romanê