Xeyalên Kehrebayî
Peywend
ji nû va lalûte û fafikziman im îskeîskê xwe di xeberê da raçav kirîye şewat e li ser nefesa kîteyan her ku hildibe pêtên erxewanî ji nezerfermaş û kabûsan ji meymenet û melametîyê hildiçinim awirên germa hundirê xwe çi bibe roj dîsa hiltê çi dibe bila bibe pitik di neqeba sînga dayika xwe de dibişire vehewîna adara zivistanan be her hal xwe bera deryaya nîsanan dide