Yarsan An Ji Ehli Heq — Dehham Ebdulfettah

Yarsan An Ji Ehli Heq
Dehham EbdulfettahLis Basın Yayın
Yarsan An Ji Ehli Heq
Dehham EbdulfettahRebaza Yarsan bi hemü rewşenbiriya xwe ya oldari sirüd lavijen derweşan helbesten peyrew ü bawermendan dastanen mina Şahnameya heqiqet nivisen wek kesen Nur Eli Şah ü yen ditir dibin gencineyeke behempa ku rewşebiri ü kelepüra Kurdi zengintir dikin ü asta rewşenbiriya Kurdi bilindtir dikin Ji rexeki ditir ve ji ew mijaren rewşenbiriya rebazedibin keresteyen curecur ü dergehên lekolin ü vekolinan li ber lekoleran vedikin

Lis Yayınevi
Ev pirtûka di nav destên me de ya ku bi navê Yarsan an jî Ehlî Heq ji pênc gotaran pêk hatiye Ev gotar ji hêla sernameyan ve ji hev dûr in lê ji hêla naverokan ve gelekî nêzîkî hev in û bi hev re mijara xwe sergihayî dikin Gotara yekem bi sernivîsa Veşarteya Kurdî Batinîya Kurdî ye Nivîserê vê gotarê zanyar û Kurdnas Thomas Bois ye Piştî ku Thomas Bois pirtûka Nûr Elî Şah ya bi navê Veşarteya Kurdî bi Zimanê Frensî xwendiye Ev gotara xwe bi heman ziman û heman navî nivîsîye Nûr Elî Şah pirtûka xwe bi zimanê Farisî nivîsîbû û Dr Mihemed Mukrî jî ew wergerandiye bo zimanê Frensî Thomas Bois jî ev wergeran xwendiye Gotara duyem Rêbaza Ehlî Heq li Kurdistanê ji alîyê lêkoler Zîba Mîr Huseynî bi zimanê Îngilîzî hatiye nivîsîn Gotara sêyem Ravekirina Xewnan li nik Ehlî Heq e Dr Mihemed Mukrî ev gotar bi zimanê Frensî nivîsîye Gotara çarem Hêmaya Durê di Folklora Farisî û di nav Kurdên Ehlî Heq de ye Dr M Mukrî bi zimanê Frensî nivîsîye Di dawîya gotara çarem de Dr Mukrî nêzîkî 415 malikên helbestî ji dastana Hacî Ni metullah Mukrî yê Cêhûnî nivîsîne Ev dastana bi navê Şahnameya Heqîqet Dîroka Şahên Rastîyê ji 11117 malikên helbestî yên kêşsaz û bi rêzbend pêk hatiye Zimanê dastanê Farisî ye digel ku hin bêjeyên Kurdî ji şêwezarê Goranî û Kirmanşahî ye Gotara pêncem Bandora Çanda Îranîya Dêrîn li Rewşenbîrîya Olî ya Ehlî Heq e Nivîserê vê gotarê Islah Ebdulfettah wergêrê wan her çar gotarên pêşîn e Wergêr gotarên yekem sêyem û çarem ji zimanê Frensî û ya duyem ji zimanê Îngilîzî wergerandine ser zimanê Erebî

Lis Basın Yayın
Rebaza Yarsan bi hemü rewşenbiriya xwe ya oldari sirüd lavijen derweşan helbesten peyrew ü bawermendan dastanen mina Şahnameya heqiqet nivisen wek kesen Nur Eli Şah ü yen ditir dibin gencineyeke behempa ku rewşebiri ü kelepüra Kurdi zengintir dikin ü asta rewşenbiriya Kurdi bilindtir dikin Ji rexeki ditir ve ji ew mijaren rewşenbiriya rebazedibin keresteyen curecur ü dergehên lekolin ü vekolinan li ber lekoleran vedikin