Zar — Azad Zal

Zar
Azad ZalZar
Azad ZalZar Ez hêna zarokeke biçûk bûm min bejna wî di xwe de navê wî bi xwe re bihîst Evîna wî di dilê min de bi cî bû Na na Ez hêna di zikê diya xwe de bûm evîn ji min veza Ez bûm evîna wî Lê hezar sal jî di ser re derbas bibûna û ku min di xwe de nedîtibiyana min ê qet bawer nekirana Navê wî li ser zimanê min û bejn û bala wî li ber çawê min Ew xweşikî û ziravî û zîrekiya wî hê jî li ser dilê min ê birîndar wekî tayek rihana devê kaniyan nazik wekî gulek sor a bêhnxweş dijî Ew bû evîndarê min ez bûm evîna wî Ez bi pêş wî ketim ew bi dû min ket Wî xwest min bibîne min xwe ji ber çavê wî wenda kir Wî xwest min hemêz bike min xwe ji hemêza wî dûr xist Wî xwest min bêhn bike min weke bayê biharê xwe li ber pozê wî xist û ez çûm Wî xwest bi min şa bibe min bi evînbariya xwe di evîndariya dilê wî de leylan da Ew bi dû min ket min xwe jê wenda kir Dilê min bu kîvroşka seydvaniya çar demsalan di hemû mehan û rojan de venegeriya hêlîna xwe Ne ez westiyam û ne jî ew Ew hê jî li dû min e û ez hê jî jê direvim Ez hêja zarokekî biçûk bûm min navê wê bihîst Evîna wê di dilê min de bû Na na Ez hêna di zikê diya xwe de bûm evîn bi ser min de barî ez bûme evîndarê wê Lê hezar sal jî di ser re derbas bibûna û ku min di xwe de nedîtibiyana min ê qet bawer nekirana Navê wê li ser zimanê min e û bejn û bala wê li ber çavê min e Ew xweşikî û ziravî û narîniya wê hê jî li ber dilê min ê birîndar wekî tayek rihana devê kaniyan nazik û wek gula sor a bêhnxweş dijî Ew bû evîna min ez bûm evîndarê wê Ez bi dû wê ketim û ew ji min reviya Min xwest ez wê bibînim wê xwe ji ber çawê min wenda dir Min xwest ez wê hemêz bikim wê xwe ji hemêza min dûr xist Min xwest ez wê bêhn bikim wê weke bayê biharê xwe li ber pozê min xist û çû Min xwest ez pê şad bibim wê di evîndariya dilê min de leylan da Ez bi dû ketim min wê nedît Dilê min bû tajiyê seyd û nêçîra çar demsalan Di hemû mehan û rojan de venegeriya hêlîna xwe Ne ez westiyam û ne jî ew Ez hê jî li dû wê me û ew hê jî ji min direve Nivîskar Azad Zal kî ye Azad Zal di Adara 1972yan de li Gundê Çawuşelîkeya Çawişelikya Çavşeliqya navê kevin Gulemîran ku bi navçeya Sûrê ya Amedê ve girêdayî ye hatiye dinyayê Ji piçûkiya xwe de li ber destê bavê xwe xwendin û nivisandina Kurdî hîn dibe û perwerdeya jiyanê dibîne Dibistana seretayî li gund ya navîn û lîseyê li navenda Amedê dixwîne Zanîngehê jî li Zanîngeha Anadoluyê beşa Têkiliyên Navnetewî dixwîne Ji ber sedemên polîtîk di sala 1992yan de tê girtin û 12 salan di zindanên curbecur yên Kurdistanê û Tirkiyê de dimîne Piştî ji zindanê derdikeve li Azadiya Welat dest bi karê rojnamegeriyê dike Di mercên zindanê de li ser ziman û wêjeya Kurdî dixebite Ew di zindanê de di nava xebatên kovarên Hewar Berxwedan Serhildan û yên din ku di mercên zindanê de dertêne de cih digire Li Akademiya Dîrokê ya Rojhilata Navîn li Enstîtuya Kurdî ya Amedê li Kurdî Dera Navend Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê li beşa Çand û Turîzmê li Komeleya Nivîsarên Kurd Komeleya Wêjekarên Kurd Komeleya Şêx Seîd û Hevdozên Wî Yekîtiya Weşangerên Kurd xebatên xwe yên rêveberî çandî zimanî ferhengî hîndekarî û weşangeriyê dimeşîne Di 22yê Avrêla 2011an de Weşanên J J ava dike û xebatên weşangerî û wergerî û perwerdehî didomîne Zal Teşî ya jiyanê ya bi rengê ziman û çand û wêjeyê girtiye destê xwe û her dihûne û daye dû riya rêwiyên azadiyê Berhemdarî Sûzê û Hirç Zargotin Weşanên Şaredariya Kayapinarê 2009 Amed J J Ensîklopediya Kurdî F 1 A ADEM J J Ensîklopedî 2011 Amed Teşî Helbest Weşanên AVA 2009 Amed Çapa 2mîn Weşanên J J 2015 Amed Zimanê Kurdî Rêziman Enstîtuya Kurdî ya Amedê 2009 Amed Çapa 2mîn Weşanên J J 2015 Amed Rêwî Helbest Weşanên AVA 2010 Amed Çapa 2mîn Weşanên J J 2015 Amed Hêvî Helbest Weşanên J J 2023 Amed Zar Evînên Wenda Roman Weşanên J J 2025 Amed Yazar Azad Zal Sayfa Sayısı 144 Çeviri Ebat 13X21 Basım Dili TÜRKÇE Basım Tarihi Eylü

J&J Yayınları
Ez hêna zarokeke biçûk bûm min bejna wî di xwe de navê wî bi xwe re bihîst Evîna wî di dilê min de bi cî bû Na na Ez hêna di zikê diya xwe de bûm evîn ji min veza Ez bûm evîna wî Lê hezar sal jî di ser re derbas bibûna û ku min di xwe de nedîtibiyana min ê qet bawer nekirana Navê wî li ser zimanê min û bejn û bala wî li ber çawê min Ew xweşikî û ziravî û zîrekiya wî hê jî li ser dilê min ê birîndar wekî tayek rihana devê kaniyan nazik wekî gulek sor a bêhnxweş dijî Ew bû evîndarê min ez bûm evîna wî Ez bi pêş wî ketim ew bi dû min ket Wî xwest min bibîne min xwe ji ber çavê wî wenda kir Wî xwest min hemêz bike min xwe ji hemêza wî dûr xist Wî xwest min bêhn bike min weke bayê biharê xwe li ber pozê wî xist û ez çûm Wî xwest bi min şa bibe min bi evînbariya xwe di evîndariya dilê wî de leylan da Ew bi dû min ket min xwe jê wenda kir Dilê min bu kîvroşka seydvaniya çar demsalan di hemû mehan û rojan de venegeriya hêlîna xwe Ne ez westiyam û ne jî ew Ew hê jî li dû min e û ez hê jî jê direvim Ez hêja zarokekî biçûk bûm min navê wê bihîst Evîna wê di dilê min de bû Na na Ez hêna di zikê diya xwe de bûm evîn bi ser min de barî ez bûme evîndarê wê Lê hezar sal jî di ser re derbas bibûna û ku min di xwe de nedîtibiyana min ê qet bawer nekirana Navê wê li ser zimanê min e û bejn û bala wê li ber çavê min e Ew xweşikî û ziravî û narîniya wê hê jî li ber dilê min ê birîndar wekî tayek rihana devê kaniyan nazik û wek gula sor a bêhnxweş dijî Ew bû evîna min ez bûm evîndarê wê Ez bi dû wê ketim û ew ji min reviya Min xwest ez wê bibînim wê xwe ji ber çawê min wenda dir Min xwest ez wê hemêz bikim wê xwe ji hemêza min dûr xist Min xwest ez wê bêhn bikim wê weke bayê biharê xwe li ber pozê min xist û çû Min xwest ez pê şad bibim wê di evîndariya dilê min de leylan da Ez bi dû ketim min wê nedît Dilê min bû tajiyê seyd û nêçîra çar demsalan Di hemû mehan û rojan de venegeriya hêlîna xwe Ne ez westiyam û ne jî ew Ez hê jî li dû wê me û ew hê jî ji min direve Nivîskar Azad Zal kî ye Azad Zal di Adara 1972yan de li Gundê Çawuşelîkeya Çawişelikya Çavşeliqya navê kevin Gulemîran ku bi navçeya Sûrê ya Amedê ve girêdayî ye hatiye dinyayê Ji piçûkiya xwe de li ber destê bavê xwe xwendin û nivisandina Kurdî hîn dibe û perwerdeya jiyanê dibîne Dibistana seretayî li gund ya navîn û lîseyê li navenda Amedê dixwîne Zanîngehê jî li Zanîngeha Anadoluyê beşa Têkiliyên Navnetewî dixwîne Ji ber sedemên polîtîk di sala 1992yan de tê girtin û 12 salan di zindanên curbecur yên Kurdistanê û Tirkiyê de dimîne Piştî ji zindanê derdikeve li Azadiya Welat dest bi karê rojnamegeriyê dike Di mercên zindanê de li ser ziman û wêjeya Kurdî dixebite Ew di zindanê de di nava xebatên kovarên Hewar Berxwedan Serhildan û yên din ku di mercên zindanê de dertêne de cih digire Li Akademiya Dîrokê ya Rojhilata Navîn li Enstîtuya Kurdî ya Amedê li Kurdî Dera Navend Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê li beşa Çand û Turîzmê li Komeleya Nivîsarên Kurd Komeleya Wêjekarên Kurd Komeleya Şêx Seîd û Hevdozên Wî Yekîtiya Weşangerên Kurd xebatên xwe yên rêveberî çandî zimanî ferhengî hîndekarî û weşangeriyê dimeşîne Di 22yê Avrêla 2011an de Weşanên J J ava dike û xebatên weşangerî û wergerî û perwerdehî didomîne Zal Teşî ya jiyanê ya bi rengê ziman û çand û wêjeyê girtiye destê xwe û her dihûne û daye dû riya rêwiyên azadiyê Berhemdarî Sûzê û Hirç Zargotin Weşanên Şaredariya Kayapinarê 2009 Amed J J Ensîklopediya Kurdî F 1 A ADEM J J Ensîklopedî 2011 Amed Teşî Helbest Weşanên AVA 2009 Amed Çapa 2mîn Weşanên J J 2015 Amed Zimanê Kurdî Rêziman Enstîtuya Kurdî ya Amedê 2009 Amed Çapa 2mîn Weşanên J J 2015 Amed Rêwî Helbest Weşanên AVA 2010 Amed Çapa 2mîn Weşanên J J 2015 Amed Hêvî Helbest Weşanên J J 2023 Amed Zar Evînên Wenda Roman Weşanên J J 2025 Amed Tanıtım Bülteninden