Zazakî Û Kurmancî Jı Alıyê Felsefeya Zımanî Ve
Avesta Yayınları
Hezar caran heyf e ku zazakî îroj li ber mirinê ye bi gotineke zazakî nêzdêrû de ye Heke mûcîzeyek çê nebe ji vir şûn de rizgarkirina zazakî gelekî dijwar e Em vê rastiyê dizanin ku xelaskirina zimanekî tenê bi xîret û çalakiyên rewşenbîr zanyar û vekoleran nabe Gelek faktorên din yên derveyî zimanî jî hewce ne Xuya ye ku zaza xwedî van faktoran nînin û di paşerojê de jî di asoyê de xwedîbûna van faktoran xuya nake Dîsa jî çi ji destê me bê divê em bikin ku ev xebat berhema vê saîqê ye Min xwest di vê xebatê de kurmancî û zazakî di çarçoveya cîhanbîniyê de di çarçoveya felsefeya zimanî de bidim ber hev û nîşan bidim bê ka ji aliyê mentiqa zimanî ve çi ferq û wekheviyên her du zaravayan hene