Zehra
J&J Yayınları
Nalîn meqes anî û di ser nîvî re keziyên dayîka xwe qusandin herdu kezî danîn ser text û li wan nerî nehêlişt ku bala dayîka wê bikşîne çavên wê mişt rondik bûn herdu kezî xistin nav parçeyek paçik û kir ku bavêje lê dilê wê jê re got van herdu keziyan li gel xwe hilîne bila tim li ber çavên te bin û bihna wê li ber pozê te be ne avêje bîranînên mirovên nêzî dilan tim dilan şad dikin bihêle û bike nivişt li ser bedena xwe deyne dê di şikandina te de ji bo te hêz be di reşahiya jiyanê de ji bo te find be dê ev herdu kezî rojekê ji rojan bibin sedema berdewamkirina te di jiyanê de bihêle