Zibo
Name Yayınları
Makînîstê trênê dîsa qêrîya û got Siwar bin bila rêwîyên bihuştê siwar bin Radibe radibe Trêna bihuştê radibe Bila rêwî nemînin Min dît jinikek bi qêrîn got Ez ji Amedê me bi mêvanî hatime vir Ev çend roj in li vir im Gelo trên diçe Amedê Makînîst got Na xwişkê na Tenê diçe bihuştê Ev trêna bihuştê ye Siwar bibe hadê dereng e Çend dengên din jî dihên yekî got Gelo diçe Hewlêrê Yeka din jî got Jê ra bibêjin diçe Silêmanîyê Kalek ji dûr ve qîrîya û got Ka jê ra bibêjin diçe Zaxoyê Mirovên dikarin hereket bikin navên cihên ku dê herin diqîrîyan û digot Tenê ev bersiv seh dikir Na diçe bihuştê